Ji ber wê, gava Şêx Seîd Efendî berê xwe da Dîyarbekirê û dengê Dimilîyan bilind bû gotin; “Prodo paşa çinyo.” Ev ji bo xelasîya ji bin zilm û zora dewletê, ji min re jî bû hêvîyek. Şêx Seîd Efendî li hemberî zilm û zordarîyê serî hildabû. Ji ber wê hemû qaçax û firarên dewletê tevli murîdên Şêx bûbûn û bi halanên “Prodo paşa çinyo” ji her du hêlên Dîjleyê ve ber bi başûr ve dikişîyan. Ji wan qaçaxan yek jê jî ez bûm. Gotinên Şêx wek şîr û şekir bûn. Me yê xwe ji bin vê zilm û zordestîyê rizgar bikira. Êdî em ê bixwe bûbûna xwedîyê hikmat û dewletê. Êdî beg jî em bûn, paşa jî em bûn. Ma ji vêya xweştir! Me yê bi kevirêkî du-sê qûç xera bikira û di şûna qûçan de qesr û qonax ava bikirana. Ji bo van xewn û xeyalên xweş, em ji çiya daketin deştê û qefle bi qefle gîhan ber bedenên Dîyarbekirê. (Ji romanê)
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Dara Yayinlari
- Basım Yılı
- 2018
- Sayfa Sayısı
- 184
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 13.5 x 21 cm
- Dil
- Kürtçe
- ISBN
- 9786056862052
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~4 Saat 36 Dakika184 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

