KifidiaKifidia
Geri

Bir

Nudem Hezex
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

- Paşe singa te bûbû kevir û çemek jê herikîbû. - Ma çem diherikin ji keviran? - Belê ezbenî diherikin, ma tu dengan nabînî, rengan nabihîzî? Bîr, romana rêwîtîyekê ye, rêwîtîyeke derûnî ya ku xwe dispêre efsaneyên kevir û çemên zarotîyê; ya ku êdî ne pêkan e bi gilî û gotinên minêkar li xwedîyê xwe yê ku hiş û bîra wî bi heman kevirên şayîk hatiye pincirîn û di heman çemên şêlo de noq bûye. Xwesteka wî nexêr, ne azadî ye, ne jî kêfarat, gava ber bi cî û warê bav û kalan, li xewn û xeyalên ku li binfêza Girê Êlim ê efsûnî govendeke bêdeng digerînin, li dem û kêlîk û çirkeyên nayveger, bi rê dikeve jî, hew gotinek li ser zimanê wî ye: ‘Rê’ ye ew, wekî Murathan Mungan jî gotî; Te dî dûrî, pêşîkê di hûndirê mirovî de li hev dihêwire; ya piştî wê her bi tenê rê ye. Şener Özmen Ji naverokê bêtir şêweya romanê balê dikşîne, bi vê hêlê xwe çawa mûzîk xwerû şêwe be ev roman jî bi vê terza xwe ku dişîbe helbestê, ji helbestê wêdetir çûye xwe nêzî mûzîkê kiriye. Ji bo wê şêweyê jî hilbijartina mekanan girîng e, wek mînak cam (neynik) pirr kêrhatî ye. Monologa navxweyî bi camê hatiye xurtkirin. Muzika monologî ne ji hoparlorê ji neynikê xwe der dide. Çawa ku zarokek ji dayik dibe derûniya xwe bi "neynika xwe" saz dike, di vê romanê de leheng berê vegotina xwe daye neynikê, ango riya vegotina xwe di ser neynikê re derbas kiriye. Ferzan Şêr Not : Bu kitap 2018 Ehmedê Xani edebiyat ödülünde roman dalında birinci olmuştur.

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Basım Yılı
2018
Sayfa Sayısı
96
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
13.5 x 21 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786056862090

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~2 Saat 24 Dakika
Günde 30 dk
5 gün
Günde 1 saat
3 gün
Günde 2 saat
2 gün

96 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam