Eşq di çola dil da demsaleke efsûnî ye. Ger pevgihîştin be waha, ger firqet be kerbela ye. Xeyala yarê jî kevirekî pîrozê wê çolê ye ku li ku derê biçî secdeyê, serê xwe bi hesretên hezar salan datînî ser. Feqî li pêlên ku ji dûr da direvîyan dihatin û serê xwe li kevir û zinarên peravê behrê dixistin, nihêrî. Ma Sînem ewqas li wî hatibû xezebê? Ma çûyina wê bes nebû ku bi serda behr û bejahî, dar û ber, çol û çîya tev dabû agir. Wî qet hay ji hatina biharê nebû. Dinya wek daristaneke şewitî li ber çavên wî reş dikir. Di xewnên xwe da wek pezkovîyekî birîndar ê kal, di nav arî, xwelî û xubarê da bi çîyayekî agirîn ve hildikişîya û carcaran dizivirî û bi dengekî kelogirî dikir qêrîn: – Sîneeeem! Sîneeeem!
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Dara Yayinlari
- Basım Yılı
- 2019
- Sayfa Sayısı
- 112
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 13.5 x 21 cm
- Dil
- Kürtçe
- ISBN
- 9786058088283
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~2 Saat 48 Dakika112 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

