KifidiaKifidia
Geri

Kuştina Çivîkan

Harper Lee
Yıl: 2025Sayfa: 376Yayınevi: Pall Weşan YayınlarıTür: Yabancı DilISBN: 9786259591414
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım
Alıntı Ekle İnceleme Yaz

Yek ji romanên dinyayê yên herî navdar û pir hatî hezkirin, li zêdetirî çil zimanan hatî wergerandin û nusxeyên wê zêdetirî çil milyonî hatî firotin, xelatgira Pulitzerê ya 1961ê û xwedana fîlmeke xelatên Oscarî di 1962yan de... Kuştina Çivîkan a ku ji dema xwe ya weşandinê vir ve yek ji şahkarên edebiyata cîhanê tê qebûlkirin, bi wergera Ekrem Koçbaşi êdî bi kurmancî ye. Harper Lee di vê romana xwe ya ewil de ji çavê keçikeke biçûk Scout Finchê berê me dide nav rih û tebîeta mirovan, newekhevî û mesûmiyetê, kîn û hezê, azadî û nijadperestiyê, êş û kenê... Çîroka ku li dor darizandina çermreşekî geşe distîne, bi zimanekî sade û zarokane me vedixwîne nav hesabpirsiyeke li gel edalet, rastgoyî û mirovahiyê. “Ya bi dilê min ew e ku tu herî nîşana tenekeyan bigirî li hewşa piştê, lê ez dizanim tê herî nîşana çivîkan bigirî. Here li hemû qelebaskan bixe, ku bikarî; lê bila ji bîra te neçe ku kuştina çivîkan guneh e.”

PaylaşımlarİncelemelerAlıntılar
Bu içerik için henüz paylaşım yok.