KifidiaKifidia
Geri

Landayi - Helbest u Stranen Jinen Peştoni

Kolektif
Yıl: 2025Sayfa: 112Yayınevi: Na YayınlarıTür: Yabancı DilISBN: 9786256678354
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım
Alıntı Ekle İnceleme Yaz

Landayî Helbest û Stranên Jinên PeştonîÇima me xwest van helbestên landayî wergerînine zimanê kurdî û lêkolinan li ser bikin? Sedema pêşî, jinên ev helbest nivîsîne nexwende ne; li ser jiyana xwe û hinek dozên civakî nivîsîne. Sedema duyan, landayî di kelepora gelêrî ya cihanî de cureyeke helbestan a taybet e. Sedema sêyan, di navbera van helbestan û helbestên jinên Kurdan de hevbeşiyek heye; ango dê civaka kurdî were ber çavên Kurdan dema van helbestan bixwîne. Bi taybetî rewşa jina Kurd di civaka êlî ya kurdî de nîşan didin. Navê van helbestan bi zimanê Urduyî Landayî ye. Ev peyv bi kurdî tê wateya kurt, ango kurtehelbest. Feylosof û nivîskarê Efxanî Dr. Seyîd Beho Dîn Mecrûh (1928-1988) dibêje: « Jinê peştonî ev helbest di nav xwe de diaferandin, distiran û bazdidan. Ew du xêzên serbixwe ne li ser mijarekê ne. »Landayî Dengê Kê ye?   (Tanıtım Bülteninden)  

Bu içerik için henüz paylaşım yok.