KifidiaKifidia
Geri

99 Moriken Belavbuyi

Helim Yusiv
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Ev roman, çîroka Azadê sêwî yê Amûdî ye ku wî piştî pêkutiyên dewleteke despot berê xwe daye Elmanyayê û li wir li kampekê bûye penaber. Azad, bi wergirtina mafê rûniştinê re, wekî kar ji xwe re wergêriyê hildibijêre. Bi baweriya wî, wergêrî pirek ava dike di navbera du însanan de. Lê Azad ne wergêrê însanên halxweş e. Wekî wî bi sedan însan koçber bûne û li perekî Elmanyayê rastî nexweşiyên derûnî hatine. Veguheztina derd û kulên mezin ên van însanan ji bo derûnînas û rêveberên dewletê, her car hinekî din ji Azad re dibe xem û barekî giran. Lê bi xêra vî karî em hem dibin şahidê êşên koçberiyê, serpêhatiyên lehengên balkêş, trawmayên welatekî parçebûyî û hem jî ji nêz ve em çîroka razên evîneke kevn nas dikin. Bi sehne û rewşên realîst re 99 Morîkên Belavbûyî hem romaneke pana­romîk e û hem jî bi teferûatên hûr çîroka karakterekî hûmanîst e. Çîroksaziya wê jî bi têra xwe bi hostayî hatiye hûnandin.

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Yayınevi
Peywend
Basım Yılı
2019
Sayfa Sayısı
152
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
13.5 x 21 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786058538795

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~3 Saat 48 Dakika
Günde 30 dk
8 gün
Günde 1 saat
4 gün
Günde 2 saat
2 gün

152 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam