Çanda Kurdên Sovêtê , wekî Ansîklopediya Kurdên Sovêtê jî were binavkirin wê ne şaş be. Lewra, di nav rûpelên wê de, ji serê sedsala borî bigire heta dawiya wê, ji hunermend, nivîskar û rewşenbîran bigire hetanî berhemên wan, ji sazî û dezgehên çandî bigire hetanî yên perwerdeyî û hwd, ji Riya Teze bigire heta Radyoya Yêrêvanê, çi biçûk, çi mezin hema bibêje der heqê hemû kes, sazî û bûyeran de, ji destpêkê hetanî salên 2000î agahî hene... Çîroka dilêş ya Kurdên li welatên Kafkasan ku piraya wan Kurdên Êzdî ne, çîrokeke gelek dirêj û berfireh e. Ew çîroka ku ji karesatên serê sedsala borî destpê dike û di xwe de gelek trajediyan dihewîne, paşê çawa xwe vediguhêze şemalekê û şewq dide ser giştiya welêt. Kurdên Êzdî yên herêma Serhedê ku ji bo xwe ji qir û birê xilas bikin, berê xwe didine Kafkasan, li wê derê, bi taybetî jî yên li Ermenistanê, ji îmkanên ku piştî Şoreşa Oktobirê derketine holê gelek sûd wergirtine û xebatinên pir hêja kirine... Kelepor û arşîva ku ji wan maye, ji bo me wekî xezîneyeke bêhempa ye. Ev berhema ber dest hewl dide ku wê xezîneyê raxîne pêş me. Taybetiyeke din a herî muhîm ya vê berhemê, nivîskarê wê bi xwe jî yek ji leheng û şahidê heman dewr û dewranê ye. Loma jî ne tenê agahiyên der heqê kes an bûyeran de, di heman demê de ev berhem wekî berhevoka bîr û bîranînan e jî...
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Peywend
- Basım Yılı
- 2019
- Sayfa Sayısı
- 600
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 13.5 x 21 cm
- Dil
- Arapça
- ISBN
- 9786058160866
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~15 Saat600 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

