KifidiaKifidia
Geri

Gotinên Pêşîyan

Xelile Çaçan
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Gelê kurd yê kevinare di nava dîroka xwe ya pir sedsalan da folklora pirjanr û pircûre efirandîye. Ew efirandina gel ya kûrfikir û xeberrêj gihîştîye rojên me û hetanî niha jî qîmetê xwe unda ne kirîye. Lema jî folklorîstê me, usa jî hemû ronakbîrên me guhdarîke giring datînin ser berevkirin û çapkirina nimûneyên folklora me ya dewlemend. Janreke wê folklorê gotinên pêşîyan in. Gotinên pêşîyan di nava janrên folklorê da yên lape belabûyî ne. Tu çîrokan, kilaman, lêgêndan, beyt-serhatîyan em nikarin himberî gotinên pêşîyan bikin, ji ber ku ew bi massayî têne gotinê, ewana carekê ra bersîva gelek pirsên lazim didin û her wextan, bi her menîyan têne gotinê. Lê janrên folklorê yên mayîn hertim nayêne gotin û ewana gele cara bersîvên pirsên ji gel ra hewaskar bi carekê ra nadin. Kanîya gotinên pêşîyan ew jîyana wan ya bi sal û zemanan e. Di nava wan gotinan da jîyana kurdan ya koçerîyê, riatîyê, edet, rabûn-rûniştandin, şerkarîya wê dijî milkedaran, kedxwuran, dijminên der û hundur tê ber çavan. Gel bi wan gotinan usa jî mêranîya mêr û kulfeta kurd, helalî, xebathizî, merîfeta gelê xebatkar daye kivşê. Gel bi wan gotinan diha berk û tûj ser merîyên tima, newêrek, canzer, tembel, geveze, diz keniyaye û ew kirîye sosret û robet. Gotinên pêşîyan bi zimanê xweyî şiêrkî va û hunurmendîya xwe ya bilind va berbiçev in. Bi wana gel bi çend xeberan va gelek tişt dibêje, çimkî ewana konkrêt in, zelal in û zu dighîjine fikra merivan. Gelek gotinên pêşîyan bi forma alêgorîk têne gotinê. Ewana bona perwerdekirina xebatkaran û rexnekirina kêmasîyan gelekî kardar û kêrhatî ne. Min ev mesele çawa ji cimetê berev kirine, usa jî bi kar anîye û raberî we dikim. Taybetîya wan ew e, ku ew gorî têmatîka xwe hatine parevekirinê. Xelîlê Çaçan 1968, Yêrêvan

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Basım Yılı
2015
Sayfa Sayısı
136
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
13 x 19.5 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786059014472

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~3 Saat 24 Dakika
Günde 30 dk
7 gün
Günde 1 saat
4 gün
Günde 2 saat
2 gün

136 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam