Şopen Deme Komnivis 1987-2026
Sabîha DiljenJi 1979an û vir de ye ez mamoste Sabîha Diljenê nas dikim, yanî 47 sal in em heval û hogirên hev in. Li Swêdê pênc salan wekî mamosteyên zimanê dayikê em bi hev re xebitîn. Herwiha di redaksîyona malpera “Dibistana Kurdî (2000-2010)” de jî li gel mamoste Haydar Diljen me bi hev re kar kir.Sabîha Diljen mamosteyeka bi rêk û pêk, rastgo, mutewazî ye. Mamoste Sabîha Diljen dayikeka dilovan û dildara zimanê kurdî ye. Vê yekê meriv ji zarok û nevîyên wê ferq dike ku çiqas giringî daye û dide zimanê kurdî.***Ev berhevoka mamoste Sabîha Diljenê ji nivîsên curbecur pêk hatîye; li ser ziman û pedagojî û mezinkirin û xwedîkirina zarokan e, di hin gotaran de giringîyeke mezin dide zimanê dayikê ku ji bo kurdan çiqas muhîm e: “Wexta ku mirov bi zarokên xwe re û bi derdora xwe re bi kurdî nepeyive ji bo zarokan tê wê maneyê ku kurdî ne tu ziman e.”Ez hêvî dikim ku ev pirtûk bibe handan û teşwîqek ji bo dê û bavan da ku bêtir li zimanê xwe xwedî derkevin.
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~4 Saat 48 Dakika192 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

