KifidiaKifidia
Geri

Xemşadî - Xweha Zekiya / Zekiye Abla

Ferate Dengizi
Yıl: 2026Sayfa: 176ISBN: 9786256274488
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım
Alıntı Ekle İnceleme Yaz

Jiyana min Xem-Şadî ye; Xemşadî. Hûn ê bibêjin çima? Min pir xem kişand, êşiyam. Derd û kulên dinyayê yanî yên jiyanê her û her ez diesirandim, dieciqandim, dipelaxtim. Li welatekî bindest, mêtingehkirî, li Kurdistanê dijiyam, dijîm. Jin bûm, jiyana baviksalarî, paşverû, paşdemayî, dinyanedîtî ez dibelihandim, diviya bifiriyama û bifilitîbûma… Jina malê bûm; keda min nedihat dîtin jixwe, ev aliyê min ê tarî, ê xêrnedîtî bû. Ne bes e, sêwî bûm; bav û dê zû emir dan haziran, ap, xal, metik, pismam, dotmam nîn in. Ez û xwişkeke xwe wisa li hemberî jiyana malkambax, stûxwar!.. Ên ku hene dûr û bela…Şad im; min rêyek, hevalek û bi hezaran heval û hogir dîtin. Bi wan re dijîm, têdikoşim, hebûna xwe, azadiya xwe diafirînim. Serbilind, hêvîdar û têkoşer im! Lewra jiyana min Xemşadî ye!

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~4 Saat 24 Dakika
Günde 30 dk
9 gün
Günde 1 saat
5 gün
Günde 2 saat
3 gün

176 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam