KifidiaKifidia
Geri

Çavderiyen Barbareki

Kawa Nemir
Yıl: 2010Sayfa: 77ISBN: 9786056211249
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım
Alıntı Ekle İnceleme Yaz

Çavdêriyên Barbarekî, yekem pirtûka kurteçîrokan a helbestkar û wergêr Kawa Nemir, ku li dû encama nivîsandina gelek deqên kurteçîrokan peyda bûye, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.Çavdêriyên Barbarekî ya ku ji heft kurteçîrokan pêk tê, bi her awayê xwe ve xuya dike ku ji pênûsa helbestkarekî zeyîniye. Kawa Nemirê nivîskarê pirtûkên helbestan ên bi navê Selpakfiroş, Bîşenga Deşta Dûr û Salname, di nava heft kurteçîrokên xwe yên li ser asta honandina zimanî ya kûr û pirrşax re, zimanekî ku di bîra xwe wer dibe peyda kiriye, bi awirê “yêdinbûn”ê li xwe û li cîhana li derdora xwe dinihêre, ji zemanekî berê de, bi riya bikaranîna movikên zimên, li rabirdû, li niha û li dahatûyê temaşe dike, zimanê ji xaka Serhedê pijiqî digire dikişîne ser asta zimanê Kurdî yê hevbeş, xwe dispêre coş û peroşa ku xweza didê, bi vegotineke stratejîk, bi şêwezimanekî nû, bi zimanê xwe yê xef derfetên hevoksaziya Kurdî diceribîne.Nemirê helbestkar, piştî ku mirov li arkeolojiya peyvên deqên wî bikole, bi wê “xefkirin”a wî re toza serdeman tê daweşandin.Çavdêriyên Barbarekî ya Kawa Nemir bi hêza deqên xwe ve di çîroknûsiya Kurdî de li ber e ku riyeke nû veke.Ji Weşanxaneya Lîsê, pêngaveke nû ya ku şax û perên çîroknûsiya Kurdî berfirehtir dike.

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~1 Saat 56 Dakika
Günde 30 dk
4 gün
Günde 1 saat
2 gün
Günde 2 saat
1 gün

77 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam