William Blake. Helbestkar, nîgarkêş, pêşbînê mistîk, anarşîst û şoreşgerê Îngilîz ê serdema romantîk. Piştî mirina wî bi sedsalekê, di navîna 1920'an de, helbestkarî, nîgarkêşî û hunermendiya wî ya xas, piştî bêdengiyeke dûr û dirêj, ji nû ve kete rojeva cîhanê; ji wir û bi vê de ye ku sîbera dara helbesta wî û nîgarkêşiya wî fireh dibe. Blakeê ku em ji William Butler Yeats bigirin heta bi Allen Ginsberg, gelek hunermendên gewre li jêr kartêka wî mane, bi 106 helbestên xwe ve, êdî bi Kürtçe ye, yê ku dibêje:PilingPilingo! Pilingo! dişuxulî geşegeşLi nava daristanên şeva reş,Kîjan destê an jî çavê nemirKarî aşop bike sîmetriya te ya gefxur?Li kîjan kûrahiyên an jî esmanên dûrAgirê çavên te dada hûrehûr?Diwêre bi kîjan baskan bifire?Kîjan dest diwêre êgir bigire?

