Pirtûka çîrokan "Peyarêk" ya Çiya Mazî ye ku ev berhema wî ya 6'an e û ya çîrokan ya 4'an e. Pirtûk ji 7 heb çîrokan pêk tê; Bîracî, Misto, Farûqê Hemkê Bedo, Mahmûdek Hebû, Elîkê Cibo, Rojnamexwende û Niqrîskên Gewriyê navê çîrokên vê pirtûkê ne. Her çîrokek ji jiyana mirovekî kurd pêk tê ku tenê jiyane. Yên ku li bajaran mezin bûne, yên ku koçî bajaran bûne an jî ji ber zor û zexta civakê terkîwelat bûne an jî terkîcivak bûne mijara vê pirtûkê ne. Herwiha mirovên ku li nava civaka kurdan û koç nebûne lê tenêtî di nava civakê de kişandine û jiyane an jî bî û nezevicî mane jî di çîrokan de bûne serlehengê çîrokên Çiya mazî.
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~2 Saat 24 DakikaGünde 30 dk
5 gün
Günde 1 saat
3 gün
Günde 2 saat
2 gün
96 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

