Medresetuzzehra, projeya Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ye ku çareseriya perwerdehiya Kurdan di xwe de dihewîne. Ev proje, bi xusûsiyetên xwe yên gelemperî rêçareyek e ku ji bo alema Îslamê û bi taybetî jî bi çareseriya pirsgirêkên Kurdan ve ‘eleqedar e.Ev proje, nêrîneke berfireh û însanî ye, lê hê jî pêk nehatiye. Encamên vê pêkneanînê yên dijwar li ber çavên me ne. Medresetuzzehra zanîngeha alema Îslamê ye, navenda wê coxrafyaya Kurdan e.Naveroka wê perwerdehî, biratî, aşîtî, wekhevî û ‘edalet e. Bi kurtasî ev proje wiha dikare were puxtekirin: Îttihda Îslamê, biratiya gelan, perwerdehiya bi metodên nûjen, têkelkirin û jihevfamkirina ehlê medresê, tekya û mekteban, hurmetgirtina ji hemû zimanan, berterefkirina nîjadperestiyê û herwekî din.Helbet ev ramana ku sed sal berê ji teref Bedîuzzeman ve hatibû pêşniyazkirin, îro jî baş nehatiye têgihandin. Bi giştî alema Îslamê, bi taybet Kurd muhtacî vê projeyê ne.Mamoste Adil Yıldırımçakar, nêrînên Bedîuzzeman bi analîzên berfireh di vê xebata xwe de bi awayekî zanistî vekolaye.
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Nubi̇har Yayinlari
- Basım Yılı
- 2018
- Sayfa Sayısı
- 248
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 13.5 x 21 cm
- Dil
- Kürtçe
- ISBN
- 9786059413459
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~6 Saat 12 Dakika248 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

