JI NUBIHARÊ 10 KITÊBÊN ZAROKAN!Ev deh kitêbana, wekî set bi navê “Daristana Şêrîn” weşiyane. Neh heb ji wan rengîn, yek jî reşbelek e; yanî kitêba xêzkirin û rengandinê ye. Li dawiya her kitêbê, li gorî naveroka wê hin pirsên azmûnkariyê û ferhengokek hatine amadekirin.Rûpelên kitêban, bi nîgarên rengareng xemilandî, nivîsên wan jî digel nîgaran hûnandî ne. Metnê kitêban, nivîskar bi xwe vejandiye; ne ku folklorîk û werger e.Lehengên van kitêban ajal in. Li ser zarê wan bi awayekî pedagojîk zarok tên perwerandin. Ewana gelek têgehên razberî hînî zarokan dikin, herwekî; arîkarî, hevaltî, hevkarî, quretî, nefsbiçûkî, wêrekî, tirsonekî û gelek tiştên din.Jiyana lehengan, li Daristana Şêrîn dibore. Her çar danê salê jî dibînin. Gelek tiştan fêr dibin û fêr dikin; biharî gul û gihayê, havînî tîn û tîrêjan, payîzî pûş û xezanan, zivistanî berf û baranan û gelek tiştên din...Ajalên daristana şêrîn, bi tevgerên xwe yên li malê, li mektebê û digel hevalan, ji bo xûyê xweş û karekterên baş dibin rêber û rênuma ji bo zarokan.SETA DARISTANA ŞÊRÎN JI VAN KITÊBAN PÊK TÊ:1-Poşmaniya Mar2-Kanûgrû Gogo3-Sihorîka Tirsonek4-Hechecika Delal5-Malbata Meymûn Xanim6-Çirçirk û Cîranên Wê7-Xewa Piling Pîlo8-Roja Bavan9-Roja Dayikan10- Reşbelaka Daristana Şêrîn
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Nubi̇har Yayinlari
- Basım Yılı
- 2021
- Sayfa Sayısı
- 240
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 28 x 21 cm
- Dil
- Kürtçe
- ISBN
- 9786055053703
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~6 Saat240 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

