KifidiaKifidia
Geri

Mirektiya Erdelane U

Mihemed Şerif Qazi
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Ev xebat ji wergera beşa yazdehem ya berhema Mihemed Şerîf Qazî ya bi navê Zubdetu't Tewarîxê pêk tê. Herwiha di vê xebatê de nêrîta dîroknûsiya Erdelanê, dîroknasên vê ekolê û berhemên wan hatine nasandin. Zubdetu't Tewarîx ji aliyê qaziyê Senendecê Mihemed Şerîf Qazî ve di sala 1800î de hatiye temamkirin. Berhem ji duwazde beşan pêk tê û beşa yazdehem di derbarê mîrektiya Erdelanê de ye. Di vê beşê de Qazî di derheq esl û nesebê Kurdan û dîroka mîrektiya Erdelanê de agahiyan dide. Herwiha têkiliyên mîrektiyê yên bi desthilatdariyên Îranê û yên bi dewleta Osmanî re jî di berhemê de cih digrin. Zubdetu't Tewarîx piştî Şerefnameyê duyemîn berhema Farsî ye ku di derbarê Kurdan û mîrektiya Erdelanê de agahiyan dihundurîne. Li aliyekî din ew ji bo Ekola Dîroknûsiyê ya Erdelanê jî bûye bingehek.Herçiqas li Tirkiyeyê di derbarê mîrektiyên Kurdan de xebat hatibin kirin jî li ser mîrektiya Erdelanê xebatên serbixwe gelekî kêm in. Ji ber ku jêderên têkildarî dîroka mîrektiya Erdelanê bi piranî Farsî ne ev yek dijwartir dibe. Em hêvî dikin ku wergera beşa yazdehem ya Zubdetu't Tewarîxê û lêkolîna li ser nêrîta dîroknûsiya Erdelanê û danasîna dîroknasên vê mektebê wê bibe wesîle bo xebatên berfirehtir û ev xebat wê di vê qadê de valahiyekê dagire.

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Basım Yılı
2019
Sayfa Sayısı
104
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
13.5 x 21 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786059413589

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~2 Saat 36 Dakika
Günde 30 dk
6 gün
Günde 1 saat
3 gün
Günde 2 saat
2 gün

104 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam