KifidiaKifidia
Geri

Ji Gotinên Pêşîyan

Salihe Omeri
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Zimanê Kurdî zimaneke dewlemend e. Miletê Kurd jî qedîmtirîn miletek e li ruyê dinê. Wek her miletekî, netewa Kurd jî di dirêjahîya hezarsalan da êş û elem, hest û dilşahîyên xwe, serborîyên jîyana xwe bi zimanê xwe îfade kirîye û mane lê barkiriye. Herwisa gelê Kurd çand, huner, hest û xisusiyetên xwe yên neteweyî bi saya ziman neqlê nifşên nû kiriye. Û bi vê awayî li himber gelek karesat û bablisokên dîrokî heta îro li ser pîyan maye.Li vir girîngîya Gotinên Pêşîyên me derdikevên holê. Mirov dikare bêje ku gotinên pêşîyên me cewhera zimanê Kurdî temsîl dikin. Gotinên pêşîyan, bi kêm peyvan, lê mane û peyamên mezin ji me ra dibêjin. Gotinên pêşîyan di eynî wextê da dewlemendî û kurahiya zimanê Kurdî nişanê me didin. Pir caran yek gotinêke pêşîyan dikare ji pirtukek yan jî ji ansiklopediyek zêdetir fikr û peyaman ji me ra vebêje. Bi gotineke din, gotinên pêşîyan di dirêjahîya hezar salan da nisilîne û gihîştine me; nifşên îro. Ew bi peyvên kin û kurt gelek tiştan xulase dikin û radixin ber çavên me.

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Basım Yılı
2022
Sayfa Sayısı
220
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
13.5 x 19.5 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786052187067

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~5 Saat 30 Dakika
Günde 30 dk
11 gün
Günde 1 saat
6 gün
Günde 2 saat
3 gün

220 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam