KifidiaKifidia
Geri

Kewen Birçi

İsmail Dindar
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Kitêba nû a Ismail Dindar “Kewên Birçî” ji nav weşanên Avesta derket. Kitêb ji 16 çîrokan pê tê.Ji çîroka bi navê Kewên Birçî:Zivistan... Ku zivistan dihat, weke kirasê bûkê, dar-daristan, rez û zevî, çiya û newal seranser spî dibûn. Hesreta çukan, teyr û tilûran mistek reşahî bû. Piştî barîna berfê, xort û zilamên gund derdiketin nêçîra kewan. Em zarok li hêviya mezinan diman. Me bi bayê bezê xwe diavête turikên bav, bira û apên xwe. Bi lez me kewên di turikan de dihijmartin. Dema diya min kew dipirtikandin min jê dipirsî:“Dayê, bê tiving, kew çawan têne girtin?”“Lawo, kew di berfê de nikarin bifirin.”“Çima di berfê de nikarin bifirin?”“Ku berf dibare, kew tiştekî xwarinê peyda nakin. Birçî dimînin. Ku birçî dibin, hêz di wan de namîne û êdî nikarin bifirin.”“Bavê min jî wan bi destan digre, ne wisa ye dayê?”“Erê lawê min, wisa ye, bi destan digrin, kewên birçî nikarin bifirin. Ma tenê kewên birçî ji qerem dikevin? Hemû ajal wisa ne. Mirov jî wisa ne. Ku mirov jî birçî dimînin, ji dest û piyan dikevin. Xwedê tu kesî tî û birçî nehêle.”“Kewên birçî, nikarin bifirin. Kew, kewên birçî... Birçîbûn...” Û ligel ku ez gelekî birçî bûm jî, min goştê wan kewan nedixwar. Goştê kewên birçî...

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Basım Yılı
2010
Sayfa Sayısı
104
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
13 x 19.5 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786055585075

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~2 Saat 36 Dakika
Günde 30 dk
6 gün
Günde 1 saat
3 gün
Günde 2 saat
2 gün

104 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam