Edebiyat an karê nivîsa hunerî, madem ne di postê 'bersiv'ekê de, di yê 'pirs'ekê de rohnî dibe, madem ji her hînkirin û şahidiyê dûr e, madem heqîqet ji bo wê tenê hincetek e, nexwe lazim e xeta kurdî xwe ji her cure wezîfedariyê xelas bike. Na, nexwe ew dê tu carî ji berterefkirina kêmasiyekê rizgar nebe û pêsîra xwe ji destê pêşengxwaz û nivîsendeyên îroyîn xelas neke. Ev kitêb, ne xebateke yekpare ye. Lê ne keskesorek e jî. Derbarê çand û edebiyata kurdî de, ji çend bendan pêk tê. Lewma navê wê Bendname ye. ...Bendname xebateke tematîk e. Ji ber ku nivîsên wê, guldesteyek in. Di hilbijartina wan de taybetiyên wek tîpîkî û temsîlkarî li ber çavan hatine girtin. Hêvî ew e ku ev bend, ji bo rexneya ku her kes ji 'tunebûna wê' gazindan dike, bibin destpêkek. Kitêba nû a Remezan Alan, 'Bendname' di nav weşanên Avesta de derket.
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Avesta Basin Yayin
- Basım Yılı
- 2009
- Sayfa Sayısı
- 319
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 13.5 x 19.5 cm
- Dil
- Kürtçe
- ISBN
- 9789944382731
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~7 Saat 59 Dakika319 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

