KifidiaKifidia
Geri

Qesra Balindeyen Xemgin

Bextiyar Eli
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Romana Bextiyar Elî, “ Qesra Balindeyên Xemgîn“ bi kurmancî derket. Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin. Heta niha du romanên Bextiyar Elî, “Êvara Perwaneyê“ û “Apê Min Cemşîd xan ku her tim bê ew li ber xwe dibir“ bi kurmancî derketine û elaqeyek baş dîtine.Sewsen Fîkret, keçeke ciwan, bêyî ku çûbe derekê wir dizane, dinyayê ji kitêban dinase. Hemû jiyana xwe li kitêbxaneya bavê xwe derbas dike.Mensûr Esrîn, xwendekarekî gênc ê zanko, xortekî romantîk…Kameranê Selma, kêrkêşekî jîr, xortekî çavsor…Xalid Amûn, ji eşîrek mezin, tolazekî dewlemend…Mensûr, Kameran û Xalid, her sê jî aşiqê Sewsen in. Lê ji bo zewacê ji her sêyan re jî şertekî wê heye: gerek e biçin, 8 salan li dinyayê bigerin, teyr û balindeyên ku kêm tên dîtin bibînin û bînin. Ewê dawî qerara xwe bide, ji her sêyan yekî hilbijêre û pê re bizewice.Her sê aşiq jî soza xwe tînin cih, her yek bi sedan balindeyên rengîn û nenas re vedigere. Sewsen Fîkret, hemû balindeyan li malekê kom dike, navê mala wê dibe; Qesra Balindeyên Şîn.Lê ne ew kesên berî 8 salan e, ne şar eynî şar e… êdî sal di ser Enfalê re çûne, tu hebûna be’siyan li welêt nemaye, hêdî hêdî dengê şerê navxwo tê. Bi şerê “birakujiyê” re rengê qesrê diguhere, dibe; “Qesra Balindeyên Xemgîn”.

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Basım Yılı
2014
Sayfa Sayısı
416
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
13 x 19.5 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786055279868

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~10 Saat 24 Dakika
Günde 30 dk
21 gün
Günde 1 saat
11 gün
Günde 2 saat
6 gün

416 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam