KifidiaKifidia
Geri

Kurde Rewi

Sehide İbo
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Romana Sehîdê Îbo ‘Kurdê rêwî’ ku di sala 1959an de nivisandibû lê di 1979an de bi alfabeya kirîlî derket, bi alfabeya latînî di nav weşanên Avesta de ji nû ve çap bû. Xanna Omerxalî ku kitêb ji kirîlî transkrîpteyî latînî kiriye di pêşgotinê de wiha nivîsandiye:‘Di vê romana ku Sehîdê Îbo di sala 1959an de nivîsandiye de ‘emir, rê û rism, urf-‘edet û rabûn-rûniştandina kurdên êzdî ji êla Ortiliya di ser axa qeza Qersê di dema bûyer û qewimandinên pir ‘eyan di destpêka sedsaliya 20an da zelal tê xuyakirin.Di romanê da tê ber çavan, çawa eşkeletiya hal-jiyana ‘emir, lê wisa jî qedera kurdên êzdî wexta şerê cîhanê yê yekemîn, dema şoreşa Oktobirê di Rûsyayê da, çaxê bolşêvîk çarê ûrisa Nîkolay ser text davêje, wexta lêşkerê Rûsya paş da ji qeza Qersê vedikişe û rev-beza êzdiyan dest zor û zulma Romê. Di vê romana Sehîdê Îbo da ruhê êleke kurdên êzdî mînanî deziya rîsê sor di nava wan qewimandinan da timê ber çavan e. Ev romana, bi rastî, wek çavkaniya melûmetiyên rewşa êzdiyan di demên jor kifşkirî da dikare bê hesabê.Sehîdê Îbo di romana xwe de jiyaneke nû dernaxe holê, ewî ‘esasiya mijarên vê romanê ji ber hal-jiyana herroyînî yê pêşiyên me di zemanê berê yê bihurî da hildaye û girtiye. Roman derheqa jiyana kal-bava ne, ku bi zaravê şîrîn û zanebûneke kûr va bi bûyerên dîrokî, civakî û olî va di ser hîmê ‘erf-‘edetê jiyan û bîr û baweriyên wan hatiye xemilandin.’

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Basım Yılı
2009
Sayfa Sayısı
208
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
13 x 19.5 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9789944382564

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~5 Saat 12 Dakika
Günde 30 dk
11 gün
Günde 1 saat
6 gün
Günde 2 saat
3 gün

208 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam