KifidiaKifidia
Geri

Medrese Ji Her Aliyi Ve Medreseyen Me

Mela Birhane Tarini
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Medrese - Ji Her Aliyî ve Medreseyên Me, lêkolîn û lêgerîna melayê hêja yê bi xwe derçûyî medreseyên Kurdan, Mela Birhanê Tarînî, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.Wekî saziyeke dêrîn a ku rehên xwe bi kûrahiyên axa Kurdistanê de berdaye, medreseyên me û hucreyên feqiyan roleke xwe ya pirr girîng di pergala perwerdehiyê ya li welatê me de her hebûye. Nivîskar Mela Birhanê Tarînî bi riya tecrubeyên feqîtî û melatiyê û çavdêriyên xwe yên di van deman de, mijara medreseyan tîne dixe rojeva me.Medreseyên welatê me li ber jibîrbûnê ne. Pergala wan a perwerdehiyê ya bi sedan salan, li gorî bipêşveçûn û geşedanên cîhana nûjen, reng e ku mirov bibêje, riziyaye, an jî êdî ji demê re nabe bersiv. Nivîskar Tarînî, di vê berhema xwe de xwe dispêre vê tespîta xwe ya girîng û li jêr sernavên cihêreng, piştî ku behsa dîroka medreseyên me, hejmara wan, rola dîrokî ya medreseyên me ya di jiyana rojane ya Kurdan, zanista Kurdan û wêjeya Kurdî de dike, îcar raz û niyaza ku li ba gelek kesan heye, lê kêm kes behsê jê dike, eşkere dike û pêşniyarên dilêrane tîne bo nûjenkirina medreseyên me, mifredeta wan, pê re jî rola wan a civakî ya li ser neteweya Kurd.Îslam yek ji rastiyên welatê me ye û “medreseyên me yên welatparêz” divê di navenda mijara medreseyan de bin. Li ser vê bingehê, berhemeke hêja, Medrese – Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me, ji Mela Birhanê Tarînî.

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Basım Yılı
2010
Sayfa Sayısı
112
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
16 x 24 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786058813045

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~2 Saat 48 Dakika
Günde 30 dk
6 gün
Günde 1 saat
3 gün
Günde 2 saat
2 gün

112 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam