Axêferê komîteya xelatê ev serpêhatî û xwendina wê qedand. Piştî bihîstina evê bûyerê hîsên tevlihev li min rabûn... gelekî tevlihev. Ez di cihê xwe de sar û germ bûm û xemgîn ketim... zêde xemgîn bûm û salona şeva xelatê jî bêdeng. Deng ji kesekî derneket, li çepikan jî nexistin. Axêferê komîteyê li jêra maseya pêş xwe xwar bû, qevdek gul bilind kir û got:– Gelî mêvanên ezîz!.. We guhdariya evê serpêhatiya Merwanê Îsê kir: wî ji nivîskar û kitêbên wan hez kiriye. Û bi vê tevgera wî, me jî ji Merwanê Îsê hez kir, me ji evê pêşniyara wî hez kir û me li hev kir ku ji îsal û pê ve, em hersal bi navê Xelata meta min xelatekê bidin kitêbekê. Û di dayîna xelatê de jî, em ê hersal evê serpêhatiyê weke bîranîna vê xelatê bixwînin. Loma me xwend.
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Avesta Basin Yayin
- Basım Yılı
- 2021
- Sayfa Sayısı
- 96
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 13 x 19.5 cm
- Dil
- Kürtçe
- ISBN
- 9786257253062
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~2 Saat 24 Dakika96 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

