Rojhilatê Kurdistanê Di Serdema Şerê Cîhanê Yê Duyem De (Li Gor Belgenameyên Arşîva Yekîtîya Sovyetê) 183/338
Li vir, em behsa serî ya destpêkirina plana desthilatdarên Tehrané ú kevneperestên navçeya Urmiyê, Xoyê û Makoyê dikin ku tiştek texsir nekirine, ji bo bednavkirina kurdan û xebata wê ya rewa ya vê plana ji bo handana hêza zilmê ya artêşa Îranê û lipêşçavxistina gelê kurd ji alîyê rûniştîyên Îranê ve hatine amade kirin. Ev neticeya berdewambů- na dagirkirina Kurdistanê û gelê wê bûye. Ji bili karbidestên dewleta Îranê, konsolosé Tirkîyê û sîxurên wan di bicihkirina vê planê de beşdarî kirine, ev jî di belgenameyan de derdikeve, wekî berhevkirina xelkê li poste û telgrafxaneyan, grev û şandina telgrafan ji Tehranë re û gilîya kurdan û daxwaza yarmetî û şandina eskerên Îranê li navçeyê ji bo careke din qetlíama kurdan, avakirina komisyona yarmetîyê ji bo lêqewimîyên Urmîyê û navçeyê re. Ev û beşdarîya şahê Îranê di pêkanî- na vê komisyonê de û tevlihevîyên rojnameyan di vî warî de û bendav- kirina kurdan di çavpêketina bi karbidestên esker û dîplomatên Sovyetê re... tiştanokên/sirên senaryoyan nişan didin. Bûyerên bi vî awayî di navçeyên Hewramanê, Merîwanê, Kirmaşanê û Loristanê de jî rû dane, ku mixabin heta niha jî tu qîmmetek pê nehatiye dayîn, hetta di çarçoveya Mehabad û derûdora wê de û bi yekalî, ew jî di navbera salên 1945-1946 an de hatîye behs kirin, di wextekî de destpêkirina serîhildana kurd her di tebaxa 1941 an de li navçeyên “Urmiyê, Xoyê, Makoyê, Şapûrê, Merîwanê û Kirmaşanê" hebûye.
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Peywend
- Basım Yılı
- 2024
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 13.5 x 21 cm
- Dil
- Kürtçe
- ISBN
- 9786256963887

