Heya demekê, me, bi çîrokên dêwan, ên teyr û sîmiran, ên bêbextiyên felekê û eşqên bi karesat dizanî! Em, bi keviran re, bi daran re, di şevên ker û lal de, bi dengên sruştî re, bi tava hîvê re diaxivîn… Em, hew ew qas azad û bi derfet bûn, bi tenê karibin, bi dilê xwe re biaxivin!Wextek hat, me çîrokên ‘çar hêlan’ bihîstin! Çîrokên jahrê, ên gulleyan, ên bênasnamebûnê, ên bêdengiyê… Ne mîstîk, ne jî efsaneyî…Çîrok hê jî didomin lê tiştekî guheriye, ew jî ev e ku em îro ro, bi welatekî re diaxivin, hewl didin, bi hemî mirovên li rû dinyayê re biaxivin; helbet bi zimanê xwe, bi nivîsên ku ji reng, tehm û dengê zimanê me xwe didin der.
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~4 Saat 47 DakikaGünde 30 dk
10 gün
Günde 1 saat
5 gün
Günde 2 saat
3 gün
191 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.
Bu içerik için henüz paylaşım yok.

