KifidiaKifidia
Geri

Di Folklora Kurdi de Serdestiyeke Jinan

Rohat Alakom
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Kitêba Rohat Alakom “Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan” din av weşanên Avesta de derket.Ev lêkolîn, tenê li ser beşeke folklora kurdî hatiye pêkanîn. Xebateke sînorkirî ye, tenê di nav folklora kurdî de cîhê jinan û motîvên ser tema jinan pêşkêş dike. Vê lêkolînê hemû nimûneyên folklora kurdî, ji xwe re nekiriye materyal, nedaye ber çavan. Nimûne tenê ji nav çîrok, destan, gotinên pêşiya û stranan, ji nav van çar beşên bingehîn hatine hilbijartin.Giringiya vê xebata piçûk ew e ku li ser folklora kurdî lêkolîneke bi zimanê kurdî tê çêkirin. Ji aliyê din, xebat bi xwe jî li ser babet û tema jinan e, bi vî tehrî mirov dikare bêje du rûçikên vê pirtûkê hene: folklor û jin. Ev herdu babet di vê pirtûkê de ketine zikê hev, hev dewlemend kirine. Xwendevan ji alîkî de dikare folklora kurdî binase, nimûneyên vê folklorê tam bike, ji aliyê din bi saya hin berhemên folklorîk dikare derbarê cîhê jinan û rewşa jinan de zêdetir agahdar bibe û zanyariyên xwe pêş da bibe. Ji aliyê din dema ev pirtûk hate berçavkirin, xwendevan ê bibîne ku, jinan di folklora kurdî de ji xwe re textek ava kirine û serdestiyeke wan heye. Di folklora kurdî de gotin “gotina jina” ye û kilam “kilamên keçikan” in.

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Basım Yılı
2013
Sayfa Sayısı
168
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
13.5 x 21.5 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786055585860

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~4 Saat 12 Dakika
Günde 30 dk
9 gün
Günde 1 saat
5 gün
Günde 2 saat
3 gün

168 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam