KifidiaKifidia
Geri

Roja Nu u Edebiyata Kurdi ya Geleri 1 Çirok u Serpehati

Necat Keskin
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Avesta, hemû tekstên edebiyata kurdî ya gelêrî ku di kovara “Roja Nû” de çap bûne berhev dike û di sê cildan de diweşîne. Kitêba yekem “Çîrok û serpêhatî” ne. Berhem ji aliyê Necat Keskin ve hatine amadekirin.Roja Nû di 1ê Gulana 1943yan de li Bêrûdê wek rojnameyeke hefteyî dest bi weşana xwe dike. Xwedî û gerînendeyê rojnameyê Kamiran Alî Bedirxan e ku wê demê di Hawar û Ronahîyê de jî dinivîse.Roja Nû, ligel ku rojnameyeke hefteyî ye û bêhtir bi naveroka xwe ya nûçeyan derketiye pêş û herweha jî tenê 4 rûpel in ku nîvî jê fransî ye, ji aliyê edebiyata gelêrî ya kurdî ve jî gelekî dewlemend e. Çîrok, stranên gelêrî, şer, dûrik, qewl û ayîn, mamik, gotinên pêşiyan ew cureyên edebiyata gelêrî ya kurdî ne ku Roja Nû girîngî bi wan daye û cih daye wan di nav rûpelên xwe de. Hê di hejmara pêşî, di rûpelê serî de Roja Nû bi dûrikên li ber tembûrê dest pê dike. Ev têgihiştin, raman û fikra Kamiran Bedirxan a derbarê edebiyata gelêrî nîşan dide. Ew jî wek rewşenbîrên ewropî "rihê gel"ê xwe di vê edebiyatê de dibîne û loma jî girîngiyê dide wan.Gava mirov li Roja Nû dinêre vê girîngiyê bi awayekî zelal dibîne û herweha rastî xezîneyeke edebiyata gelêrî a kurdî tê. Di nav vê xezîneyê de 24 çîrokên kurdî, 95 stranên kurdî, 16 qewl û ayîn, 61 dûrik, 2 şer, lorîyek û çend mamik û gotinên pêşiyan cih digirin. Hemû mînak jî me di sê cîldan de tomar kirin. Ev cîlda pêşî ya berdest ji çîrok û serpêhatiyan pêk tê. Ya duyem dê bibe strana kurdî û di ya sêyem de jî dê mînakên din ên wek dûrik-qewl-lorî cih bigirin.Me xwest em axa li ser vê xezîneyê rabikin û bi awayekî komkirî bînin pêşî xwendevan û kesên bi edebiyata gelêrî ya kurdî re eleqedar.

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Basım Yılı
2019
Sayfa Sayısı
136
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
13 x 19.5 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786052246269

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~3 Saat 24 Dakika
Günde 30 dk
7 gün
Günde 1 saat
4 gün
Günde 2 saat
2 gün

136 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam