Dîwana Ce’ferquliyê Zengelî bi navê “Le Xakê Xurasanê” bi alfabeya latînî çap bû. Dîwan ji aliyê Mehdî Jafarzadeh û Mehmed Salih Bedirxan ve hatiye amadekirin.Ce’ferquliyê Zengelî ku yek ji şaîrê klasik ê Xorasan e di sala 1799annde li Qûçanê hatiye dinyayê û temenê xwe li wir derbas kiriye. Ne qet‘î jî be derdora sala 1894an koça dawiyê kiriye. Ce’ferqulî li gelek herêmên Îranê, Turkmenistanê geriyaye û di helbestên xwe de navê wan herêman jî hilaniye. Bi tirkî, farisî û erebî jî helbestnivîsandine. Di qesîde û xezelên xwe de cîh daye beytên farsî û tirkî. Li gor lêkolînerên Xorasanê Zengelî weke hocanın serdema xwe bêyî xwendin û nivîsandinê fêrî gotina helbestan bûye.“Lêvnazik pistedehan zimanê te engebînWe husnê te tunîni le Xeta Çîn û MaçînBedensîm kirasherîr le xwa kir çeka sengînNavê ‘işqê tu megir cîgerê min meke xwînSîngê te baxê Irem we xwa guleke rengînJe ‘işqê te le min bû dunya qaf û fê û sînWe xwa tutiya xezelxan bejnê te nexlê ‘er‘er”“Ez ji vê pirtûkê pir bihêvî me û dilniya me weşandina dîwana Ce‘ferqulî, têkiliya navbera Kurdistana mezin û kurdên xerîb ênXorasanê zêdetir bike û bibe destpêka hevnasîneke ciddî, herwiha bibe sedema geş û xweştirbûna çand û ziman û wêjeya kurdî.”Elîreza Spahîlayîn (Kawa Zêdî)
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Avesta Basin Yayin
- Basım Yılı
- 2018
- Sayfa Sayısı
- 192
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 13.5 x 21.5 cm
- Dil
- Kürtçe
- ISBN
- 9786052246245
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~4 Saat 48 Dakika192 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

