KifidiaKifidia
Geri

Balindeyen Li Ber Be

Eta Nehayi
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Duyemîn Romana Eta Nehayî, “Balindeyên Li Ber Bê” di nav weşanên Avesta de derket. Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soarnî bo kurmancî hatiye wergerandin. Berî bi salekê yekem romana Eta Nehayî, Gulên Şoran jî bi kurmancî çap bûbû û xwendevanên kurdî jê hez kiribûn.Haşim Ahmedzade, di “Romana Kurdî û Nasname” de, vê romanê wek romana herî zehmet a Nehayî nîşan dide: “Di romana xwe ya duyem, “Balindekanî Dem Ba” de Eta Nehayî serî li teknîkek vebêjiyê ya bêtir tevlihev dide û ev yek zehmet dike ku mirov romanê xulase bike. Roman vebêjek paralel a du jiyan û qederên ku pirr dişibin hev û nêzî hevdû ne. Bi rastî, mirov dikare bibêje herdu vebêj du wech an du rêbazên vegotina yek û eyn çîrokê ne. Herdu vebêj wek jinûdetarîfkirineke hûrgilî ya demên borî xuya dikin. Romanê, digel taybetmendiyên wê yên têra xwe wêjeyî û estetîk, misyonek siyasî jî hilgirtiye. (...) Di herdu vebêjan de jî leheng, Mihrîban û Ferhad dimrin. Tenê vebêjerê çîrokê, “Ez”ê xeyalî sax e. Bi gotineke din lehengên din afirînerên ev “Ez”ê xeyalî ne ku bi şopandina jiyanên Mihrîban û Ferhad dixwaze serpêhatiyên jibîrbûyî yên nifşekî binivîsîne ku beriya extiyar bibin teqawid bûne. (...) ...Qedera Efsane û Kalê û taliya wan a trajîk, di dema “Balindekanî Dam Ba” an “nifşê jibîrbûyî” de şert û mercên dilşewat û qedera ku jinan helgirtine nîşan dide.”

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Basım Yılı
2013
Sayfa Sayısı
216
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
13 x 19.5 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786055279639

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~5 Saat 24 Dakika
Günde 30 dk
11 gün
Günde 1 saat
6 gün
Günde 2 saat
3 gün

216 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam