“Çaxê ez navê şayîrên kurdan tînim bîra xwe, herdem navê hezkerê me, şayîrê me mezin û hêja Cegerxwîn tê ser lêvê min... Cegerxwîn bi rewşa xwe va, bi afirandinê xwe va behra bêberî û bê binî ye.“Cegerxwîn bi reng û rûyê xwe va, bi nivîsarên xwe va wek teht û kelemên serê çiyayên Kurdistanê here bilind e; sedan sedsal hatine, çûne û bihirîne, lê ew teht, ew kelem di ciyê xwe da bi tîk, qaym û berk mane, Cegerxwîn jî li huneriya xwe da, li bîr û bawera xwe da bi qaym serbilind û serefraz maye û li riya xwe da her diçe û diçe.“...Dîwanên Cegerxwîn ênsiklopêdiya peydabûn û pêşveçûna neteweyê kurd e, ya helketin, serketin û daketina şerê serxwebûna kurdan e, ênsiklopêdiya rabûn û rûniştina kurda ye.”Qanatê Kurdo
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Avesta Basin Yayin
- Basım Yılı
- 2003
- Sayfa Sayısı
- 160
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 13 x 19.5 cm
- Dil
- Kürtçe
- ISBN
- 9789758637560
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~4 Saat160 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

