KifidiaKifidia
Geri

Quling Ewr û Ba

Mem Ararat
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Mem Ararat bi muzîka xwe rêya xwe bi şikeftên veşartî yên rihê me xistibû û bi dengê wî yê xembar em hinekî din jî li xwe mikur hatibûn. Ararat îjar bi ristên xwe, di nava du qadên hunerê de (ku hemû cureyên hunerê hinekî hevdu xwedî dikin û hinek jî ji hev dixun) pirek e resen dihone. Ji çemê rihê xwe yê dengzelal cihokên nû vedike. Bi ristên xwe yên mişt xem, mişt xewn, mişt kurmanc û mişt em, tenik tenik diherike nava behra edebiyatê û kulm bi kulm av dide. Gulîzer Dengê helbestên Mem Ararat dengekî hestiyar, xwezan, bîrmend û xwedî karekter e. Ev deng xwedî daxwaz, rexne, xeyal û muxalîf e. Temayên dosyayê ku ji evîn, nasname, azadî, welat, penaberî, xeyal, bêrîkirin, sînor ûhw pêk tên bi çavdêriyeke berfireh a vî karekterî, bi peyvên zelal, jidil û bi dilovanî hatine vegotin. Helbestvan bi motîvên di helbestê de neynikê dide ser birînên civakê. Şewqê dide ser çand û tore û jiyana xelkê ku kesek zû bi zû nabîne û bi wan nagihê bi metafor û hêmayên orîjînal yên erdnigariya me ya qedîm tîne ziman. Bê gazin, bê ku bike hawar û fîgan derdê dilê xwe bi aramî, bi têgihiştina rûspiyekî vedibêje.Fatma Savci

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Basım Yılı
2024
Sayfa Sayısı
72
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
13.5 x 21 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786259416519

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~1 Saat 48 Dakika
Günde 30 dk
4 gün
Günde 1 saat
2 gün
Günde 2 saat
1 gün

72 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam