KifidiaKifidia
Geri

Rewdîn Neîm

Şex Ebdurrehman’e Aqtepi
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Em, di vê xebata xwe da, li ser Rewdî’n-Ne‘îm’a Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepî sekinîn. Pênc nusxên Rewdî’n-Ne‘îm’ê hene. Nusxa ku em li ser xebitîn, destxeta muellîf yanî ya Şêx ‘Ebdurrehman’ê Aqtepî bi xwe ye. Me vê xebata xwe kir sê beş. Di beşa yekem da, em, li ser jîyan û eserên Şêx ‘Ebdurrehman sekinîn. Bi awakî berfireh, me di derheqê wî û eserên wî da, mehlûmat dan. Ji ber ku ji medresa Aqtepê û ji malbata Aqtepîyan, yanî ji ‘eynî malbatê gelek şa‘ir û ‘alim derketine, loma me di ‘eynî beşê da, cî da danasîna şa’îrên din ên ji malbatê; û me ew û eserên wan, dan nasîn. Di beşa duyem da, ji ber ku mijara Rewdî’n-Ne‘îm’ê di derheqê “Hîlye” û “Mî‘rac”a Hz. Pêxember da ye, loma me jî bi awakî fireh, di derheqê hîlye û Mî‘rac’ê da, agahî da. Di beşa sêyem da jî, me Rewdî’n-Ne‘îm ji alîyê naverok û şeklî ve nirxand. Rewdî’n-Ne‘îm, bi mûxtewîyata xwe, helbestên li ser evîna Hz. Pêxember in. Şêx ‘Ebdurrehman di vê esera xwe da, evîna xwe ya di dilê xwe da vegotîye, yanî ne‘tên xwe pêşkeşî evîndarê xwe (Hz. Pêxember) kirîye. Rewdî’n-Ne‘îm, li gorî mesnewîyên Kurdî yên heyî, ji alîyê muqeyeseyê ve, esereka gelek stûr e. Mijara wê, hîlye û Mî‘rac’a Hz. Pêxember e. Di nav xwe da, kitêb beş bi beş e. Kitêb, ji 4511 malikan (beyt) pêk hatîye û bi şiklê mesnewîyê hatîye hûnandin. Hemî dê biçin cennetê bêgumanHîsab û ‘ezabek tu nîn e li wan Bi bab û bi daê Resûlê KerîmBi ensabê Sultanê îhsan‘emîm Îlahî! Tu, “Rûhî” nekî şermîsar! Kerr û lal û gêj e, tu nîn e medar!

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Basım Yılı
2021
Sayfa Sayısı
640
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
15 x 21.5 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786050661293

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~16 Saat
Günde 30 dk
32 gün
Günde 1 saat
16 gün
Günde 2 saat
8 gün

640 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam