KifidiaKifidia
Geri

Temenen Li Ber Bahoze

A. Hekim Kozluk
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Vê biharê, rûyê Nisêbînê wekî heyveke zîvîn e. Wekî heyveke zîvîn e ku di pişt ewran de maye... Rûyê Nisêbînê wekî deqandineke di demê de wênandî tê û di min dibihure. Lê em bêxatirxwestin in... Em girêdayî veqetandinên xwe ne hetanî bi mirinê. Firtoneyên nava me ji wê ne heyran. Em û Nisêbîn, em wekî du dergistiyên di navbera du kêran de li civanên hev in. Bila zeman di zimanê fistoqî de zirtan bizmar ke. Ne xem e. Di hebûnweriyê de hê jî gerdûn bi şikûdarî pêl dide. Û wê Nisêbîn bi bîreweriya xwe hişmiraz biwelide. Wê ji tariya xwe stêrkên xwe biwelidîne...Hûn wilo nenêrin ku vêga xirbe û sikakên Nisêbînê wekî rahikên bedeneke zîndewar di bin gurmîna tank û topan de, di bin pijiqandina agirê bi bermîlên firokan de digirnije... Hûn wilo nenêrin ku wekî Stalîngrad û Kobanê dûxan û ewrên ji tozê digirin ser van xirbeyan. Wilo nenêrin ku vêga bombeyên kesk mija mirinê li ser van xaniyên kavilkirî dinermijînin... Ev bajar wê ji tariya xwe stêrkên xwe biwelidîne.

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Basım Yılı
2020
Sayfa Sayısı
176
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
13 x 19.5 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786050604566

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~4 Saat 24 Dakika
Günde 30 dk
9 gün
Günde 1 saat
5 gün
Günde 2 saat
3 gün

176 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam