Bendname, di warê edebiyata kurdî de dilxwazê nîqaşekê ye. Carna vê yekê bi mijarên girîft carna jî bi yên ku zêde nehatine rojevê pêk tîne û bang li xwendevanên xwe dike ku tevlî vê nîqaşê bibin. Berhem, kêşeyên bingehîn ên rexneya edebî ya îroyîn; wek mêtinkarî û edebiyata netewî; ezmûna modernîteya derî Awrûpî û têkiliya edebiyatê; pêywendiya navbera nivîskar û îqtidarê; barên kolektîf ên nivîskarê kurd; di bin vî barî de carna zeîfbûna estetîkê; mezaxtina edebî û şertên piyaseyê ji bo nîqaşa îmkan û kelemên edebiyata kurdî bi kar tîne. Lewma analîzên tê de bi qasî zanista metnê û rêbazeke guncaw, di xwe de wan şert û mercên civakî, siyasî û dîrokî yên ku rengek dane metnê jî dihewînin.Ev yek jî rê li pêşiya rexneyeke pirhêl a înterdisîplîner vedike. Dema li ser ruhê edebiyatekê difikire û dixwaze çend kelaman bike, cardin tîne bîra me ku di nav şertên heyî de avakirina edebiyateke resen û astbilind çi qas ciddiyetek û karkeriyeke giran dixwaze. Lê qedrê wê yê ku ber bi çêbûna metneke sereke ve diçe, dê bibe rêberek jî ji bo nifşekî ciwan ê ku îro di warê ziman û edebiyata kurdî de perwerde dibe.
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Peywend
- Basım Yılı
- 2024
- Sayfa Sayısı
- 299
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 13.5 x 21 cm
- Dil
- Kürtçe
- ISBN
- 9786056433191
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~7 Saat 29 Dakika299 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

