KifidiaKifidia
Geri

Adetên Kurdan

Jan Dost
Yıl: 2024Sayfa: 272ISBN: 9786256963993
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım
Alıntı Ekle İnceleme Yaz

Mirov dikare piştrast û bê dudilî bibêje ku, sedsala nozdehan di dîroka kurdan de (Sedsala Kurdnasiyê) ye. Di wê sedsalê de, kurdnasî an jî Kurdology gihiştibû asta xwe ya herî bilind. Helbet gelek faktor li pişt guhdana ewropiyan ji gelê kurd û zimanê kurdî re hene, berî hemûyan jî tevgera misyoneriyê li ser xaka Kurdistanê ye. Wek tê zanîn, rahib û misyonerê domenîkî yê îtalî Maurizio Garzoni (1734-1804) yekemîn berhema ewropî li ser zimanê kurdî nivîsiye. Wi, sala 1787an kitêba xwe ya navdar (Grammatica e vocabolario della lingua kurda (Gramer û Ferhenga Zimanê Kurdî) li Romayê paytexta Îtalyayê çap kiriye. Wî bi vê kitêba xwe cihekî berz û bilind di tarîxa kurdan û kurdnasiyê de bi dest xistiye, heta ku ew mîna Bavê Kurdo- logiyê (Father of Kurdology) tê naskirin û ev berhema wî yekemîn mukurhatina li ser bingehekî zanistî ye ku zimanê kurdî zimanekî resen e. Garzoni û pêşboriyê xwe Domenico Lanza (1718-1782), û her weha peyrewê xwe Giuseppe Campanile (1762-1835), ku herdu jî îtalî ne, barê danasîna herêmê û ziman û kultura herêmê dabûne ser milên xwe. Bi saya wan, kurd û kultura kurdan û herêma wan jî, ji ewropiyan re hate nasîn.

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~6 Saat 48 Dakika
Günde 30 dk
14 gün
Günde 1 saat
7 gün
Günde 2 saat
4 gün

272 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Bu içerik için henüz paylaşım yok.