“Eger rojekê kesek ji we li tirsê rast hat, jê bipirsin bê li ku ji dayik bûye. Wê ji we re bibêje li wê çargoşeya di navbera Sûrî, Tirkî, Îran û Iraqê de. Lêkolînerê ku bixwaze tirsê ji nêzikayî nas bike û bizanibe tirs çi ye, bila berê xwe bide wan sînoran, cihê ku tirs lê çêbûye û lê pîr bûye.” Helîm Yûsiv, ev berhem bi rengên cuda yên tirsê hûnandiye. Tirsa ku ji berî zaroktiyê dest pê dike, di zaroktiyê de bi rêya xurafeyan dibe tirseke şîn û xwe berdide hinavên mirovan. Bi mezinbûnê re tirs rengekî siyasî digire, muxaberat, zilm û îşkenceya dewletên dagirker dikin ku tirs li her cihî û ji her tiştî be û li diyasporayê jî pêsîra mirovan bernede.Tirsa Bêdiran romana çîroka “zarokên tirsê” ye; zarokên ku di nav toz û dûmana tirsê de digevizin û li quncikê din ê dinyayê jî jê xilas nabin.
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Peywend
- Basım Yılı
- 2019
- Sayfa Sayısı
- 168
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 13.5 x 21 cm
- Dil
- Kürtçe
- ISBN
- 9786056609138
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~4 Saat 12 Dakika168 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

