KifidiaKifidia
Geri

Guliyen Ji Behna Şimamokan

Roza Metina
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Şevê dev û delingên xwe hildabûn û bi xemla dengê çivîkên ji rojek nû re çavên xwe vekiribûn, pelên dara bîhê ya li hewşê diweşiyan. Dayika guliyên wê hinekirî, çavên xwe yên qerimî bi destên xwe yên hinekirî firkandibû û bi heybetek mezin dîsa berî ku roj hilê li ser piya bû. Dayika guliyên wê hinekirî, dîsa di destpêkê de kitana xwe ya spî û simala xwe ya bi çavên kilkirî dihat parastin, da serê xwe û berê xwe da şibakê. Ji cama şibakê ya ku bûbû şahidê kulên di qermîçekên rûyê wê de asê mabûn, li deqa li ser eniya xwe nihêrt. Erbaneya bi dîwêr hatibû dardekirin jî wekî dirûvên xewnên ji mirinê filitîbin ji cama şibakê xuya dikir.Wekî her berbangê bala çavên qerimî vê carê ket ser goristana ku di nava xwe de sê gorên li ber hevdû, distirand. Dema bala çavên qerimî diketin ser goristanê hêsirên çong li mirov sist dikirin, dihatin xwarê û qirika ku êdî nedixwest êşê daqurtîne, ziwa dibû. Li aliyekî din jî heyranokên li dijî zilma sedan salan serî hildidan, dihatin ser ziman.

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Basım Yılı
2023
Sayfa Sayısı
80
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
13 x 19.5 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786057320094

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~2 Saat
Günde 30 dk
4 gün
Günde 1 saat
2 gün
Günde 2 saat
1 gün

80 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam