KifidiaKifidia
Geri

Helbest'ü Stranen Jinen Peştoni

Salih Bozan
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Landayî Helbest û Stranên Jinên PeştonîÇima me xwest van helbestên landayî wergerînine zimanê kurdî û lêkolinan li ser bikin? Sedema pêşî, jinên ev helbest nivîsîne nexwende ne; li ser jiyana xwe û hinek dozên civakî nivîsîne. Sedema duyan, landayî di kelepora gelêrî ya cihanî de cureyeke helbestan a taybet e. Sedema sêyan, di navbera van helbestan û helbestên jinên Kurdan de hevbeşiyek heye; ango dê civaka kurdî were ber çavên Kurdan dema van helbestan bixwîne. Bi taybetî rewşa jina Kurd di civaka êlî ya kurdî de nîşan didin. Navê van helbestan bi zimanê Urduyî Landayî ye. Ev peyv bi kurdî tê wateya kurt, ango kurtehelbest. Feylosof û nivîskarê Efxanî Dr. Seyîd Beho Dîn Mecrûh (1928-1988) dibêje: « Jinê peştonî ev helbest di nav xwe de diaferandin, distiran û bazdidan. Ew du xêzên serbixwe ne li ser mijarekê ne. » Landayî Dengê Kê ye? Landayî dengê hundirîn yê jina peştonî ye. Herwiha ji bo em civaka efxanî ji bin ve nas bikin, giyanê gelê vê civakê vekolin, divê em helbestên landayî bi baldarî bixwînin û li wan mijûl bibin. Carinan nêrînên siyasî û rewşenbîrî gewhera gelan diyar nakin. Di Rojhilata Navîn de pir caran siyasetmedar û rewşenbîr di bin bandora hêvî û daxwazên xwe de hin nêrînan dinivîsin. Lewra hinekî dûrî helkewtê dikevin. Di van helbestan de, em nêrîna jina Efxanî ya gelêrî li ser jiyan, civak, welat, penaberî û hinek mijarên din dixwînin. Bi taybetî li ser civaka nêrzayî ya êlî û ya misilmaniya tûndrewî Ev jin ne siyasetmedar in, ne rewşenbîr in; tiştekî ji dîroka civaka xwe nizanin. Ew bi sewdan û hestan zarokên dema xwe û civaka xwe ne; û dûvre endîşe û fantaziyên siyasî ne. Em karin bibêjin, ev helbest zimanê civaka helkewtî ne. Bi gotineke din, ev helbest seranser rewşa jinê ya nûdemî di vê civakê de û taybetiya serkêşiya wê didine xuyakirin. Çend Landayî: Xwedayê minnehêle jinek li penaberîyê bimiregava cankêşiya xwe ya dawîn bikişîne dê navê te ji bîr bike ji ber ku wê çaxê xeynî warê xwe li tiştekî din narame. *** Birayên mindesmalên xwe wekî piştanan girêbidintifingan rakin û herin meydana çewşenê. ***Li ser zemîna welatê minçêjeya xwîna şehîdan wekî gulîlkên nîsanê neji bihara azadiyê re.Jê hez dikim jê hez dikimvenaşêrim mendel nakimheta ku bi kêran şanikên min yek bi yek hilkişînin. ***Ger tu bi evîna min dîn nebîtu şîla Lo mirovên bê dilovan, ***hun dibînin kalek min kaşî nivînê dikeû hun dipirsin çima ez digirîm çima pore xwe dirûçikînim.va lêvên min çêje nakî. *** Şev e dilyarê min pencere tarî yeû nivîn pir inlê xişexişa bazinên mindê nivîna min nîşanî te bike. *** Ewilî min di nav zendê xwe ke bila tu yê min bîpaşê tu dikarîxwe li hêtên min ên qedîfeyî bipêçî. *** Lawiko, were de tu werebila serê min qurbana serê te beşevek ji şevên van payîzanmêvanê sîng û berê dosta xwe be Salih Bozan, Di sala 1951an da li Gundê Şewitiyê ku bi bajarokê Girê Sipî ve girêdaye ji dayik buye. Li Yekîtiya Sovyetê, li Uneversîta Kiyêvê di sala 1978an da mastera ekonomîyê wergirtiye. Di Mûzeya Bajarê Helebê de rêveberiya beşa hunerê kiriye. Niha li Almaniyayê penaber e. Berhemên wî yên çapkirî:1. Lawo - Kurteçîrok. Dihok 20032. Wergera dîwana Ebdilwehhab Beyatî "Helbestên Evînê li ser Dergehên Heftane yên Cihanê". İstanbol 20043. Isra û Mihrac- Werger û lêkolîn. Hewlêr 20144- Maristan- Şano. 2019.5- Gigamiş û Enkîdo - Lêkolîn. Rojava- Qamişlo 2022

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Yayınevi
Na Yayinlari
Basım Yılı
2025
Sayfa Sayısı
112
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
13.5 x 19.5 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786256678354

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~2 Saat 48 Dakika
Günde 30 dk
6 gün
Günde 1 saat
3 gün
Günde 2 saat
2 gün

112 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam