“Ev nezm(i) tecwîdê me îmla kir ji bo etfalê pakDa ew bixwunin her zeman ezmanê wan carî bibî”Di warê olnasîyê de, di beşê xweşxwendina Quranê de, cara yekem Seyda Mela Xelîlê Sêrtî nivîsandibû, zatê duyemîn rêwîyê vê rêyê, zanayê vî ilmê ku wacib e mirov hîn bike Seyda Licêyî ye. Ev kitêb rexneyên ku bi salan e dirêjî medreseyên Kurdan dihatin kirin, Seyda bi zimanekî fesîh û rewneq wan ji meydanê radike. Li ba rewşenbîrên Kurd her tim xwendevanên zarok li ber çawan bûne, çi ku ev berhem bi xwe jî ji bona sebîyan hatiye hûnandin û şirovekirin.Her çi qas Seyda bi zimanê zarokan jî telqîn kiribe, lê di eynî demê de hewcedarîya biçûk û mezinê Kurdan ên dîndar tevekan pê heye. Şagirdê nû dest bi xwendina Quranê dikin lazim e ku van meseleyên tecwîdê baş binase. Ji lew re bi van mijaran Quran xweş û rindtir dibe. Hemû suxte û feqîyên nûhatî divê ji dêvla kitêbên Ereb û Tirkan vê kitêba şîrîn a Kürtçe bixwînin û ezber bikin.
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Li̇s Yayinlari
- Basım Yılı
- 2016
- Sayfa Sayısı
- 60
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 13.5 x 21.5 cm
- Dil
- Kürtçe
- ISBN
- 9786059014908
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~1 Saat 30 Dakika60 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.
Kitabın Diğer Baskıları12




