Eskerê Boyîk 84 salî ye. Ji 30yî zêdetir pirtûkên wî bi Kurdî û bi zimanên din hatine weșandin.Malbata wî ji ber zilma dewletê derbasî Ermenistanê bûye.Li Ermenistanê çavê xwe li dinyayê vekiriye; li vir mezin bûye û perwerde dîtiye.Ev 30 sal in tevî malbata xwe li Almanyayê dijî.Jiyana wî bi zanyar û nivîskarên Kurdên wek Erebê Șemo, Qanate Kurdo, Heciyê Cindî, Casimê Celîl, Șekroyê Xudo, Ferîkê Ûsiv, Celîlê Celîl û gelekên din re derbas bûye.Ev nivîskar, ronakbîr û zanyarên ku mohra xwe li serdemekê xistine, tev jî bi malbatî ji aliyê Serhedê çûne Ermenistanê.Ji ber wê, ev maqûlên cimeata me, weke Kurdên Serhedê tên binavkirin.Xew-xiyal û xebatên wan tev derheqê gelê Kurd û Kurdistanê de bûn.Eskere Boyik jî wek wan tevan, temamiya jiyana xwe diyarî çand û edebiyata gelê xwe kiriye. Di wan bîranînan de jî tê xuyanê, umrê xwe çawa bi birîn, bi êşên kûr derbas kiriye.Navê Eskerê Boyîk jî bi dereca bilind, di dîroka çand û edebiyata gelê Kurd de hatiye nivîsandin. Serpêhatiyên xwe û yên Kurdên Sovyetê; her wiha zanyariyên xwe yên li ser ola Êzîdiyan berfirehî raberî me dike.
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Nubi̇har Yayinlari
- Basım Yılı
- 2025
- Sayfa Sayısı
- 486
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 13.5 x 21 cm
- Dil
- Kürtçe
- ISBN
- 9786256605596
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~12 Saat 9 Dakika486 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

