KifidiaKifidia
Geri

Nexşeya Rewane Bedengiye

Mizgin Hesko
Yıl: 2022Sayfa: 64ISBN: 9786257085656
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım
Alıntı Ekle İnceleme Yaz

Nexşeya Rewanê Bêdengiyê çapa duyem derketPirtûka ku çapa ewil di 2021an de li Ewropa derketibû careke din ji aliyê weşanxaneya me ve çap bû. Helbêsta Mizgîn Hesko dengê balindeyê foneks û Sîmirê sih reng e, ji Zagrosan ber bi esmanê xwedavendan ve fîxara kurdî bilind dike. Xwe jinûve Ji xweliya welatê xwe diafirîne û ji xerîbiyê gazî dike divêje; Hîn li wir imBalendeyê Fonîks imJi nav xweliya xwe radibimÛ ber bi jor veBer bi asoyê veBaskênJi nuh diferidînim. Helbesteka kibar e; naxwaze biazirîne giyanê bêdengiyê; Hêdî, hêdîFind û şemalokan Vêxînin Dibe...Ku xirecirGiyanê wê bêdengiya bê hempaBi’azirîne Di himêza axê deDilên...Hîn sincirî hene. Her rê û rêwîti helbestvanê ber welat ve dibe loma; Hîn...Ji heman rêyanPir hez dikimHer kuRê bi dawî dibinŞopikên...Ber bi lalezarên Ku li ser sînga te heşîn bûyîDestpê dikin. Gotiye! Ristên wê weka keriyên xezalên nû çav li jiyanê vekirine. Têm...Û li rastaKeriyê xezalênNûzayî têmAsk û xifşikên Xweşkok û bêgnehBi çavên matmayîÛ dagirtî pirsLi minDinehêrin?! Em wek weşanxane kêfxweşin ku ev helbestên pişta xwe dane xweza,evîn, tekoşînê digihînin xwendevanên kurdî. Mizgîn Hesko Helbestvan û nivîskar. Li gunê Şelhûmiyê, di 20.11.-1973’an de jidayik bûye. Xwendina xwe heya amadeyî (lîse) li Tirbespiyê qedandiye. Di destpêkê de bi Erebî helbest nivîsandin û paşê bi Kurdî û wiha ta îro berdewam e. Yekemîn helbesta wê di Gelawêjê de, di sala 1988’an de hatiye belavkirin. Ji sala 1996‘an ve li Almanya dimîne. Li Almanya Floristîk xwendiye û di 2004‘an de dîploma wergirtiye. Ji sala 2015‘an ji desteya birêvebir a Pênûsa nû ye. Ji mêj ve ew Endama Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamavanên Kurd li Sûryê ye. Berhemên Wê1. Tîpên Evînê (helbest) Avdar 2007, Çapxana Bafet2. Asoyekî Tijî Endeko (helbest) Tîrmeh 2008, Weşanên Han3. Di Nav Henasên Kovanan de (helbest) Avdar 2010, Weşanên Han4. Li Ber Pala Welatekî Birîndar Diherikîm (helbest) Avdar 2012 Weşanên Han. Çapa duyem 2020, Weşanên Sersera5. Ristek Lal e (helbest) Êlûn 2013, Weşanên Han6. Ber Bi werzê Hezkirinê ve (helbest) Mijdar 2015, Weşanên Han. Çapa duyem 2020, Weşanên Sersera7. Rêgehên Keskîn (helbest) Gulan 2019, Weşanên Sersera8. Ji Bexçika Jiyanê (Hin nerîn û dîtin û hin ji çîrokên rasteqîn ên jiyanê) Mijdar 2020, Weşanên Sersera9. Nexşeya Rewanê Bêdengiyê (helbest) Çapa Ewil Avdar 2021, Weşanên Sersera10. Nexşeya Rewanê Bêdengiyê (helbest) Çapa Duyem 2022, Weşanên Na

Bu içerik için henüz paylaşım yok.