KifidiaKifidia
Geri

Hejarino

Xelil Duhoki
Yıl: 2011Sayfa: 104ISBN: 9786054497201
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım
Alıntı Ekle İnceleme Yaz

Di berhevoka helbestan a bi navê “Hejarino” de, Xelîl Dihokî peyv bi awayekî xwezayî, henûn û bêyî ku wan biêşîne berhev kirine û hevalbendîyeke dostane di navbera wan de saz kiriye. Her risteyeke helbestê panoramayeke çeleng û karîger di asoya xwendevên de dişayesîne. Bi vê hêzê jî dibe sedema bextewerîyê ji bo xwendevanan. Wekî ku mirov li zozanên Fereşînê li ber bayê êvara dereng hênik bibe, aramîyekê diherikîne li mêrga xemgînîya dil.Taybetmendîyeke din a Xelîl Dihokî ew e ku her hêmayeke wî rasterast ji tore û kelepora Kürtçe hatiye pê. An ku ew xwîner û çavdêrekî baş ê jîyan, serpêhatî, rabûn û rûniştin û êş û xemên gelê xwe ye. Di her helbesteke wî de, em rastî jarî, rebenî, berxwedêrî û dilsozîya gelê Kurd tên ku ev bi sedên salan e li ser axa xwe ji azadî û rizgarîya xwe hatiye bêparhiştin.Di helbestên Xelîl Dihokî de, hêvîyeke xurt û dilêr wekî berfîneke ku biharê vebûbe, di dawîya her helbestê de serî radike û hiltê.Helbesta Xelîl Dihokî çîroka rabihurî, îro û dahatîya Kurdan e ku ev şengerenga helbesta netewetîyê ye.

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~2 Saat 36 Dakika
Günde 30 dk
6 gün
Günde 1 saat
3 gün
Günde 2 saat
2 gün

104 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam