Zembîlfiroş tevî gellek guhertoyên (varyant) xwe di nav şahberhemên zargotina (folklor) Kurdî de tê hesibandin. Di nav gel de berbelav bûye û ji aliyê hin helbestkaran (Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî, Muradxanê Bayezîdî, Xelîlê Çaçan ûyd.) ve di formên wêjeya klasîk û ya modern de hatiye nivîsîn. Zembîlfiroş di nav “zargotina bajaran” de jî ciyekî xwe yî taybet heye û bi hêmayên xwe yên bajarî û tesewufî bal dikşîne. Kurdologa Ermen Jaklina Surenovna Musaelyan, gellek guhertoyên dastanê berhev kirine, bo çapê amade kiriye û berhemeke abîdewî afirandiye. Ev xebat, ji aliyê mamosteya wê (Margarita Borisovna Rudenko; 1926-1976) ve hatiye sererastkirin.Zembîlfiroş tac û textê xwe, Xatûnê dil û bextê xwe dîsa diterikîne. Kerem bikin, guh bidinê ka “qîset” çi dibêje.
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Ceylan Yayinevi̇
- Basım Yılı
- 2024
- Sayfa Sayısı
- 159
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 13.5 x 21 cm
- Dil
- Kürtçe
- ISBN
- 9786259492810
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~3 Saat 59 Dakika159 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

