KifidiaKifidia
Geri

Zimanê Me - Asta Destpêkê

Haydar Diljen
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Em hêvîdar in ev pirtûk kurdîyê bi zarokan şîrîntir bike.Ev pirtûk ji bo zarokên 5-8 salî ye û li ser metoda deng hatiye avakirin; loma bi alfabeyê dest pê dike. Ji ber ku alfabeya kurdî fonetîk e, ango her herfek teqabilî dengekî dike, ev metod pirtir li hînkirina kurdî ya destpêkê tê.Zarok dê bi vê pirtûkê hînî dengên kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineka bedew û rastnivîsîneka dirust bingeheka kurdîyê ya têkûz ava bikin. Bo nimûne; zarok dê ferqa “e” û “ê”, “v” û “w”, “k” û “q”yê û hwd. hîn bibin. Her weha zarok dê bi awayekî xwezayî hînî ferqa “hevala min”, “hevalê min“ û “hevalên min” bibin.Nivîsarên vê pirtûkê li gor hin temayan hatine amadekirin; wek roj, demsal, sersal, Newroz, xweza, ajel, stran, hevaltî, malbat, dibistan, çîrok, xwarin, trafîk û hwd.Naveroka vê pirtûkê neynika jîyaneka demokratîk e. Di vê pirtûkê de zarok gelek azad in. Ew dipirsin, diaxifin û tiştan dikin. Nivîsarên vê pirtûkê, bi fikra yeksanîya jin û mêran hatine hûnandin.Ji bo ku hewesa xwendina kurdî li ba zarokan bilind bibe, me cih da çend zûgotinok, stran û helbestên kurdî jî. Nimûneyên çanda kurdî yên wek tiştanok, gotinên pêşîyan û çîrok jî vê pirtûkê rengîntir dikin.

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Basım Yılı
2024
Sayfa Sayısı
112
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kuşe Kağıt
Boyut
19.5 x 24 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786256274105

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~2 Saat 48 Dakika
Günde 30 dk
6 gün
Günde 1 saat
3 gün
Günde 2 saat
2 gün

112 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam