KifidiaKifidia
Geri

Duşema Rengin

Sidar Jir
Yıl: 2025Sayfa: 128ISBN: 9786259416564
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım
Alıntı Ekle İnceleme Yaz

Duşema Rengîn tevnsaziya xwe li ser pira zirav a di navbera “Vîn” û “Evîn”ê de dihûne. Dem, dema Şerê Kobaniyê ye û Şoreş şervanekî wî şerî ye. Esmera hezkiriya Şoreş, dide ser şopa şoreşa di xeyala xwe de û Şoreşê di dilê xwe de, berê xwe dide wî aliyê sînor. Êdî fîncana qehweyê li ber Şoreş û Esmerê ye û ew li ber ezmûneke giran in. Loma jî Duşema Rengîn esas waryanteke modern a destana Derwêş û Edûlê ye. Lê Esmer mîna Edûlê çav li rêya Derwêş namîne; şopa Şoreş dajo, derbasî binxetê dibe, dibe şervan, ew û şoreş mil bi mil şer dikin da ku çarşemên reş veguherînin duşemên rengîn… Tevî ku roman qala şerekî di dîroka me ya nêz de û li ber çavên me qewimî dike, Sîdar Jîr bi aramî û sekaniyeke rewşenbîrî pênûs hildaye, hemû kerb û hestiyariya xwe daniye hêlekê û bi zimanekî henûn, bi sebreke mezin û rîtmeke rewnaq metneke têrhêmayî û têredebî pêşkeşî edebiyata Kurdî kiriye.

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~3 Saat 12 Dakika
Günde 30 dk
7 gün
Günde 1 saat
4 gün
Günde 2 saat
2 gün

128 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Bu içerik için henüz paylaşım yok.