Rovîyê Xasûk Peyvên Felsefî û Çîrok
İskan TolunTê gotin kû:Nerm bûn ji hişk bûnê, av ji kevir, hezkirin ji zorê zeximtire, çêtire… Ji xwe jîyan bê hezkirin nabe.Dê û bav, her tim dixwazin zarokên wan bi çîk bin, serkeftî bin. Lê gereke mebesteke (Hedef) meriv jî hebe, wek: Doktorî, Mûhendizî, Parêzerî, Dozgerî û wekî dinê...Kû her tim di deste we de pênûs, pirtûk, an jî kovar hebe, jîyana we jî, wê gelek baş, pir xweş be. Hûnê nêzî mebesta xwe bin û serkeftinê bi dest bixin. Bixwînin û binifsînin; xwandin pewîste. Hûn jî zanin, meriv bi xwandinê zane dibe; ev dinya bi we zana wê gelek xweş be! Delalno, zarokê rojê, yên pêşerojê, pêşedemê, ayendê. De werin em bi hevre, bi wî dilê weyî paqij, daxwazîyekê bikin:“Em hêvîdarim kû her însan, her milet bi bawerî û rengên xwe azad, wek hev bijî li ser rûyê vê erdê!.."“Ez pir ji zaroka hezdikim. Kû bi zarokekî re têkilî, dostanî, hevaltîya min hebe, ew hevalê mine, ne zaroke…"(Yaşar Kemal)

