Gundekî ku qet lê nabe şeveq û gava dibe şeveq qet lê nabe êvar; galgalên li ser çîroka çîrokeke ku qet neqewimiye; Benjamin Franklin, Thomas Edison, Don Quijote û Sancho Panzayê ku rêya wan bi gundekî Kurdistanê dikeve û aqûbeta wan li ber gopalê deradetî yê Pîra Fatim ji nû ve saz dibe; flanorekî ku her di takecîhana xwe de çerx dibe û bi semt û hemd tim dikeve seyra nîşaneyên derdora xwe; bîrhatinên “zarokekî” hezar û bîst û yek salî yê li ber çoka Pîra xwe derheqê miriyan û binaxkirinê de; nivîskarekî li pey lehengê xwe yê ku bi salan ji bankamatîkekê dide dû yeke din û tim li pereyên hûr digere; nehwirandinên ji ber saw û sawêrekê mayî; mêşên ku dawî li desthilata famîlyaya xwe tînin û ew jî bi wan re dicehimin?... Desteyek çîrokên ku zorê didin aşop û vegêranê ji dengekî nû yê edebiyata me, Bilal Nergizli. Şeva Dizên Solstîsê, bi rengîniya xwe şahiyeke edebî li dar dixe û bi silavên navmetnî mazûvaniyê li mêvanên xwe yên curbicur dike.
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Pall Weşan
- Basım Yılı
- 2023
- Sayfa Sayısı
- 64
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 13 x 19.5 cm
- Dil
- Kürtçe
- ISBN
- 9786057221711
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~1 Saat 36 Dakika64 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

