Di dema Sovyetistanê de li Ermenistanê civaka kurdan ji bo dibistanan pirtûkên dersan amade kirine. Zarokên ku diçûn dibistanê bi saya van pirtûkan bi kurmancî xwendine û nivîsandine. Di van pirtûkan de çîrok, metelok, helbest û tiştên din ên kurdan hebûn. Li hêlekê jî di van pirtûkan de fikra sosyalîzmê hebû. Behsa hejariyê, sedema vê hejariyê, başbûna sîstema sosyalîzmê û rizgarbûna gelan hebû.Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Cerdoyê Gênco ev pirtûk bi hevkariya nivîskarên ermen ên weke H. Mikirtçyan, G. Zenyan û R. Drambyanî amade kirine. Di van pirtûkan de heman kesan çîrokên xwe weşandine, çîrok û helbestên nivîskarên kurd û ermen çap kirine. Her weha ne tenê yên xwe weşandine, çîrokên Gorkî, Çexov, Tolstoy, Tûrgênyêv, Tûmanyan û gelekên din wergerandine.
Okuyucuların Hisleri
Kitap Künyesi
- Yayınevi
- Sor
- Basım Yılı
- 2022
- Sayfa Sayısı
- 192
- Kapak Türü
- Karton Kapak
- Kağıt Türü
- Kitap Kağıdı
- Boyut
- 13.5 x 19.5 cm
- Dil
- Kürtçe
- ISBN
- 9786058044159
Tahmini Okuma Süresi
Toplam ~4 Saat 48 Dakika192 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.


