KifidiaKifidia
Geri

Şerê Meşrûıyetê: Astengên li ber Demokrasiyê di Dewletên Pirneteweyî de

Alain-G. Gagnon
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım

Ev kitêb nakokiyên binyadî yên di nav federasyonên demokratîk de vedikole. Dibe ku di deh salên bê de federaliya pirneteweyî li ser asta navneteweyî zêdetir bê dîtin. Ji ber ku hêzên mezin û rêxistinên navneteweyî ji avakirina dewletên nû re ne amade ne, federaliya pirneteweyî niha rê û bijardeyeke giring e ji bo vekolînê. Şerê Meşrûiyetê bi rêya lêkolînên berawirdî û vekolîna çend nimûneyên sereke li cîhanê (di nav de Skoçya û Keyaniya Yekbûyî; Katalonya û Spanya; Quebec û Kanada), bi awayekî nû li têkiliya di navbera neteweyên zorîne û neteweyên kêmîne de dinêre û di nirxandina dozên neteweyan de li ser giringiya meşrûiyetê disekine, ne li ser qanûnîbûnê. Alain-G. Gagnon bi çavekî rexneyî hêvî û potansiyela dewleta federal a pirneteweyî radixe ber çavan, bi taybetî ji bo wan neteweyan ku bi dijminatî li hev dinêrin. Şerê Meşrûiyetê, sîstema federaliyê wekî rêya sêyem dinirxîne ji bo neteweyên hem ji dewletên serwer nerazî ne hem jî nikarin ji wan cuda bibin. Di demekê de ku mijara federaliyê di rojeva giştî ya kurdan de jî roj bi roj zêde dibe, ev kitêb, bi wergera Tevfik Bayram, valahiyeke giring dadigire di qada kurdî de.

Okuyucuların Hisleri

Bu eser için ilk hissi sen ekle.

Kitap Künyesi

Yayınevi
Pall Weşan
Basım Yılı
2026
Sayfa Sayısı
216
Kapak Türü
Karton Kapak
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Boyut
13.5 x 21 cm
Dil
Kürtçe
ISBN
9786259591476

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~5 Saat 24 Dakika
Günde 30 dk
11 gün
Günde 1 saat
6 gün
Günde 2 saat
3 gün

216 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam