KifidiaKifidia
Geri

Bavê Min ê Mitirb

Çiya Mazı
Yıl: 2024Sayfa: 248ISBN: 9786256274099
Henüz puanlanmamış
0 paylaşım
Alıntı Ekle İnceleme Yaz

Erê... Heger aniha ev dêya min be, way diçe mala xwe. Lê belkî dêya min neçûya malê û berê xwe biguheranda ber bi perê bajêr ve bimeşiya. Belkî biçûya heta mala Zeryayê. Û tew belkî berê, wê û zirneciyê xort ê mitirb soz dabûna hevdu û li wir hevdu bidîtana, belkî di wê tariya ku ketiye erdê de Zeryayê çayek ji wan re çêbikira û bi kêf vexwarana. Û piştî wê, bi lezgîni bihata li deriyê textînî ku ser wî sackirî bixista û dapîra min Îkramê bihata derî li qîza xwe vekira.... Belê... Li pey xeyala dêya xwe di nav çarşiya bajarê F’yê re hatibûm li ber mala xwe sekinîbûm, ew mala ku deh salan ez tê de bi dapîr û kalikê xwe re bê navber jiyam, dû re çûm lîseya bi razanî ya dewletê... Di romana “Bavê Min ê Mitirb” de: tebeqeyên jiyana civakê, ya kesan û girseyan, hevberkirina dem, cih, war û bajarên du welatan; vederkirin, cudadîtina mirovan a ji civakê û evînên bikeresat, di pêvejoya windabûn û gera li kesekî mitirb de, bi vegotinên cuda dibin yek û bi pênûsa M. Çiya Mazî derdikevin pêş çavan.

Tahmini Okuma Süresi

Toplam ~6 Saat 12 Dakika
Günde 30 dk
13 gün
Günde 1 saat
7 gün
Günde 2 saat
4 gün

248 sayfa · ortalama okuma hızına göre tahmini.

Reklam